sedîq paşa boy gêřamewe «sidîq alqadrî»...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  636 views

«sedîq paşa» boy gêřamewe «sidîq alqadrî» witî: qa’îmqam bûm le «çwarta». ’eşayrî emdîw hemû car eçûn tałan û biřoyan lew wiłatî «bane» û «serdeşt»e ekird û ehatnewe, xełkekey ewlaş eçûne lay «fermandey»y serdeşt şikatyan ekird, fermandeş qaqezî be farsî bo min enûsî ke cerdekan bigirim û małeke bisênmewe, minîş hemû car le wełamî namekeya be ’erebî emnûsî «lim ni’pir ’ilî şi’Arabic» hemû sał carêkîş be nawî ewewe, ke herdûkman qomîserî sinûr bûyn, le dêyek lew dêyane ko ebûynewe û qiseman le karubarî sinûr û hał û hewałî ew yałewe ekird.

witî: řojêk biřyarman da ke le dêy «bêweřê» ko bibînewe, min lêm da çûm, şwênyan bo çak kirdibûyn, danîştim û zorî pê neçû fermandeş hat, be şwên ewa kabrayekî «emnye»y êranî, ewendem zanî niqenq nîştuwe be gunyeyekî piř le qaqez û defter û şitumekewe, hênay le tenîştimewe day be erza û henaseyekî da, wekû biłêyt zor hîlak bû, minîş be lamewe seyr bû witim: ewe çîye? kabra be tûřeyîkewe witî: «aẍa ayn himPersian lim ni’sirArabic astPersian». tomez ewraqî ew sałe ke be şwên şite dizrawekana nûsrawe û wełamî dirawetewe hemûyan hełgirtuwe û hênabûyan bo ewê piř bew gunyeye û kabra nawî nabû «lim ni’sir!Arabic».