şêx se’îdî ḧacî şêx ’elî le suleymanî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  749 views

«şêx se’îdî ḧacî şêx ’elî» le suleymanî çend qiseyekî bo gêřamewe witî: sê çwar kabray ew şarezûre hatbûne suleymanî bo şitûmek kiřîn, řêyan kewtibuwe dukanî ḧacîyek wa dyar bû qołî biřîbûn! çubûn le bin dîwarî mizgewtekey naw bazařa danîştibûn le daxa wekû gełay dar cinêwyan eda, yekêkyan witî: «tuxwa bira waz bêrin, taze gałegałî çîtane? řyame řîş bawî dûsed û penca çarek ḧacya».

ḧacî ewlay ḧeme xeyat hebû lew kateda be layana têpeřî û gwêy le qisekeyan bû witî: «tu xwa bira gyan bîst û dû çarekî minî lê derbike!» kabra ełê: bexwa mame ḧacî, legeł tom nebû. ełê: «bira to bîst û dû çarekekey minî lê derke îtir heqim nîye beser ewanî tirewe».