şêx miḧemed emînî mîranî le xaneqîn boy...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  791 views

şêx miḧemed emînî mîranî le xaneqa boy gêřamewe witî:

le qutabxane dersim be mindałekan ewt, le dersekeda ewe hate pêşewe ke mirîşk çî exwa, mindałêk witî: genim exwa; yekêkî tir witî: co; yekêkî tir witî: herzin û her yekew şitêkî wit. seyrim kird le axrî hemûyana yekêkî tir pencey hełbiřî, witim: biłê bizanim to ełêy çî? witî: «efenî gûyş exwa»!