kabrayek hebû lew deştî qułe û dekeye...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  1006 views

kabrayek hebû lew deştî «qułe û deke»ye «fetḧułła»y naw bû, xełk pêyan ewt; «fete». kabrayekî tirîş hebû nawî «marf» bû. em duwane herdûkyan pyawî yekê le begzadekanî caf bûn, marf be dirêjayî sał fetey kirdibû be gałteçî xoy û her ewîş «fetḧułła»y kirdibû be fete. řojêk pêkewe da’enîşin, kitupiř marf tiřêkî naqoła ekenê! zor terîq ebêtewe û «fete»yiş nayxate řûy, îtir lew wexte be dwawe her be dewrî «fete»da ehat û hemû car qisey xoşî legeł ekird û lenaw xełka û le hemû layek her be «fetḧułła» û «fetḧułła gyan» qisey legeł ekird û bangî ekird! xełkîş leme zor seryan sûř ema û be corêkî wa emca nawî «fetḧułła gyan» bibû be gałte bo fete. řojêk le kořêka da’enîşin, marf dîsan be fetḧułła û be fetḧułła gyan be dewrya dêt, em mastaweşî hemû bo ewe ekird, ke fete basî tiřekey negêřêtewe! fete îtir geyşte tînî û witî: «marf, kem fete bike be fetḧułła, beşim le her çwar mezew biřawê, ’emînî ’êle řûtêkit’emînî ’êle řût: kabrayekî çeqosaz bû le tewêłe. teqey çekuşî dengî edayewe, dengî teqey çekuşekey nawbangî peyda kirdibû. kuta be zewya, îtir waz bêre!»