xawenî dastanî kurdî way gêřawetewe û...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  1387 views

şekirawî demax

xawenî dastanî kurdî way gêřawetewe û ełê:

carêk kabrayek lew deşte seyrî kird wa şitêkî her zor zor zil lew deşte pêyekî le řojhełate û pêyekî le řoj’awa û serî le ’asman tund buwe, dehołêkî le milaye, ewende zile be tewawî berî řojî girtuwe û dinyay kirduwe be tarîkistan. dû mêrkutî be desteweye û destî berzewe kirduwe û sê miřekî lê westawetewe. çon westaneweyek?! wekû dest leser dem û amadey eweye ke le dehołeke bida, kabrayek lêy pirsî: bira to çît û îşt çîye?

witî: «wełła bira min melaykem, le seretay dinyawe bem dehołewe lêre westawim, bo ewey ke eger melayek şitêkî da be yekê, le dehołeke bidem, ta melaykey asman û gyanleberî serzewî hemû tê bigen!» ewîş pêy wit: «tuxwa bira ta êsta çend hezar milwên car lêt dawe?».

witî: «wełła eger eme lêdem; yek!»