kurdekan leber ewey wiłatekeyan kwêstan û...
kurdekan leber ewey wiłatekeyan kwêstan û serma û sołeye, lebarey hatnî zistan û ḧisabřagirtinî zistana, çend core ḧisabêkyan heye, yekêkyan emeye ke pêy ełên «kelîxan» û «giłezerde» û ew řojey pê niraye 26y mangî řêbenan (16y kanûnî duwem) pê enête çile (çiley zistan), le řojî pêncî newroz (25y şubat) dwayî dêt, lew wiłataney kurdewarî ke tozê germyantirin, her em ḧisabe ekirê.
ḧisabêkî tirîş heye ke hî kwêstane sextekane:
leser em ḧisabe dû çile heye, çile gewre, çile biçûk; çile gewre 40 řoje, çile biçûk 20 řoje, emeşyan herçende bîst řoje, bełam her pêy ełên çile, be herdûkyan dû mang le zistan tewaw eken. ḧisabekey tirîş bem curye:
yekem řojî mangî řêbenan (21y kanûnî yekem) pê enête çile û emeyan pêy ełên «çile gewre», le 9y mangî çile (30 kanûnî duwem) dwayî dêt. emca le řojî 10y mangî çile (31y kanûnî duwem) pê enête çilekey tir, le řojî 28y mangî çile (18y şubat) dwayî dêt û emeyan pêy ełên «çile biçûk».
le şewî pêncî em çile biçûkeda «kuřî seba» eçê bo kêw, le şewî şeşî em çileyeda pişko ekewê, ke pişko kewt, tînî hewa eşkê.
çûnî kuřî sebaş bo kêw bem coreye:
kuřî seba kurdêkî řawçî buwe. îşî her der û deşt û řawkirdin buwe, lew şeweda ser le îwarê eçê bo kêw, ke ew der’eçê dinya eygořê û ebê be kiřêwe û boran û dûkeł eka, ebê be şewêk îtir le zistana lew şewe sarditir û tûştir nabê.
kuřeke pîrêjne daykêkî kwêrî ebî, xełkî awayyeke eçin pêy ełên: kuřeket îmşew řeq ebêtewe. ewîş heł’estê be kwêrekwêre le jûrekey xoy dête derewe, seyrêkî hewake û bonêkî kirêweke eka û tozê mat ebê. pêy ełên: boçî wa mat bûy? ełê: «řaste em şewe, tûştirîn şewêke le zistan, bełam eger kuř kuřî min bê, ta beyanî dananîşê û her hatuço eka».
xełkeke be qisekey pê ekenin û ełên: xełefawe, ewe tif hełdey be asmana eybestê, taze ełê eger kuř kuřî min bê dananîşê û hatuço eka, boçî kiřêwe derfetî ewe eda ke kuře lew şaxeda pê leber pê helênî?.
ew şewe be her cor bê řoj ebêtewe û beyanî xełkî awayî hemû şał û pêtaw ebestin bo ewey biçin termî kuře bênnewe. kitupiř seyr eken wa kuře lew lawe le la qebirẍey şaxekewe kełekêwîyekî kirduwe beser darekeyewe û nawye be neřey şanîyewe û berew ewayî buwewe. xełkeke çûn berew pîşwazîyewe û paşan lêyan pirsî ke çon serma řeqî nekirdotewe? witî: «ser le êware ke le mał derçûm, dûr kewtimewe, dinya gořa û bû be kiřêwe û tof... ne dar be derewe ma, ne eşkewt ma, ne kêw û şax ma leber befir û baran. witî: pekim kewt û wîstim pena eşkewtêk bidozmewe û biçim sitarî tya bigirim. legeł eweş ke nebû, kitupiř dengêk hate gwêm wek ewey le dengî daykim bikat, witî: damenîşe û her hatûço bike, minîş îtir destim kird be hatûço kirdin, lenaw befir û kiřêwekeda ta beyanî, beyanî em kełekêwîyey ke serma pekî xistibû, girtim û serim biřî û ewa hatmewe».
ca êstaş lew kwêstanane le ladê û şarekana, le jûrî mizgewtekana agir kirawetewe û nêłe nêłî dê, pyawe řîşsipî û dinyadîdekan leber agireke danîştûn û eyken be gałe, yekêk ełê îmşew kuřî seba eçê bo kêw, yekêk ełê îmşew nîye sibey şewe. bem core qise le řoyştinî kuřî sebawe eken bo kêw.