mela takey xudawenda debî her řût û řiswa bê

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 2 minutes  665 views
mela takey xudawenda debî her řût û řiswa bê
wekû mizgewtî gerimk bê diłî wêran û řûxa bê
esîr û piř xefet da’îm le dîdey eşkî ḧesret bê
mîsalî jûrî mizgewtê diłope mewcî tyada bê
minałî řût û bê xercî lîbasî çiłkin û peřtût
ḧesîrî jûrî mizgewtê meger bewne’e piçřabê
wekû em taqî heywane derûnî şeq bibê yekser
be wêney řayełî ḧucre çemîw û xwar û çiřja bê
diłyan tarîk û piř ẍem bê wekû cê nwêjekey mizgewt
mînabendî le çwar dewrey hemûy berd û miqebba bê
řezîl û sûk û mehtûk bin le pêş çawî hemû ’alem
wekû dîwarî mizgewtan diłyan her wird û hařa bê
mela û mizgewt û şer’ û dîn ẍerîb û bê kesin yareb
be ẍeyrez to xudawenda îtir pişt û pena nabê
ewî mizgewte yarebbî be nawî małî to dyare
çi siřřêke dexîlit bim ke ḧałî małî to wabê
temaşay derk û banyan ken çi xwar û xêç û nařêke
deşubhête dem û lewsî kesêkî şepłe lêy dabê
melaş ẍemxiwarî małî ton le mizgewt şiřtirin da’îm
debê řût û qerzardar bê weya xud şêt û şeyda bê
ewane wa kemer besten lebo înkarî şer’ û dîn
lenaw pawanî lezzet bê meqamyan taqî kîsra bê
beresmî îltîca nûsîm newek bořêy teşkikî ḧał
ke çunke ẍeyrî qapî to çe cê cêy îltîca nabê
were bibře zimanî xot be mewday tîẍî alaysalArabic
îtir waz bêne ey ’asîPen name qeder çone debê wabê