ey kurdî sitem dîdeyî mezłumî syaçar

From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 6 minutes  716 views
ey kurdî sitem dîdeyî mezłumî syaçar
wey mîlletî me’sûmeyî bedbextî giriftar
takey le xewan êwew û dujmin hemû bêdar?
ta çende ebê mest bin û xełqî hemû huşyar
xotan ekene mezḧekeyî meḧrem û eẍyar
’alem hemû meşẍûłî tełaş û des û birde
her mîllete bo xoyye, xerîkî zed û xurde
her kes lebo xoy ḧakmî xoye wekû merde
meḧrûmî hemû qewmê, firomayey kurde
matem zedew û sûke, perêşan û, giriftar
ew mîllet û qewmane lewew pêş ke zebûn bûn
ew tayfe û taqme, ewsake kedun bûn
ew xełqe leber cehil û nîfaq ẍerqeyî xwên bûn
hestan le xewî ẍefłet û, darayî finûn bûn
êstake hemû beg lig nû, şah û ḧukmidar
kurdîş ebê her ’ebid û ẍułamî em û ew bin
her bareber û, matem û şan řêş û cedew bin
bêhoş û serasîme ledûy xełqî xxxxMissing bin
çawyan lem û lew bêt, ne be em bin ne be ew bin
bê ’îlim û ciger parew û, meḧzûn û xefet bar
em cehil û nîfaq û sefehu zîllete, takey?
em bê şerefî û xo xorîye û ẍefłete takey?
em buẍiz û şîqaq û ḧesed û ’ezlete ta key?
bê fikirîy û serxoşîy em mîllete ta key?
takey ebne mesxereyî ’alemî huşyar?
bes tałbî tałanî yek û kuştinî yek bin!!
bes sa’îy bê destîy û dest bestinî yek bin!!
bes maylî fewtanî yek û mirdinî yek bin!!
meşẍûłî birayî yek û yek xistinî yek bin!!
ta komeł û yek deste û yek bin wekû eẍyar
hestin le xewê xizme dem û çawê bişorin
çawêkî hełbênin le çep û řasê, binorin
pirsêkî leyek ken le çe eḧwał û çeşorin
em ’aleme boç ’aciz û bê keyf û sirûrin
boçî eken em kurde feqîre hemû hawar?
em deng û hera û nałe û şîne le çelaye?
em ahîy ciger soz û girîne le çelaye?
em gişt ceze’ û kuşt û biřîne le çelaye?
serçawey em çeşmey xwêne le çelaye?
çî bê em şořş û ẍewẍaye, le eqtar?
em denge hemû nałeyî kurdane ledes ẍeyr
em şořşe seray şîwenî kurdane ledes ẍeyr
em nirke hemû sozşî kurdane ledes ẍeyr
em xwêne geşe xwênî şehîdane ledes ẍeyr
em ne’re hemûy ne’reyî kurdane le serdar
wa çake hemû mutteḧîd û yek dił û ça bin
bo yek newekû destebra ’eynî bira bin
merdane lebo meqsedî yek pişt û pena bin
bew şerte hemû tabê’î eḧkamî xuda bin
ta cumle řeha bin ledesî dujminî ẍeddar
dujmin, le hemûla çebe çepda çebe řasa
bo mîlletî kurd şew û řoj wan le mełasa
daym eweyan wale ser û fîkir û ḧewasa
řîşe û řegî kurd bênne der her le esasa
şayed ke nemênê neferê kurd bê le eqtar
kurdîş le hemû lawe ewend mest û ẍururin
serxoşî mey û ẍefłet û bê ḧîs û şi’ûrin
bê hoş û siř û bê xeber û mestî xumûrin
geh ehlî tereb gah xerîkî şeř û şořn
گەە cerdeyî řêgirin û gehê maşebî eẍyar
herkes ke witî: emte be çend? ebne ẍułamî
teslîmî eken mał û ser û gyanî kîramî
boyşî ebne senaxwan û do’a gobî dewamî
ey mîlletî bêçare ’eceb cahîl û xamî
qewmêkî tewaw bê seru pê nu û nezan kar
şehdî em û ew piřye le dermanî kuşnide
bes tefre bixon her be qisey xoş û be xende
ey bêxeberan bes bibne çakêr û bende
meşhûre ke kemtir nebuwe «şende» le «mende»
řojêk ebê bem şehde bibin êwe giruftar
dujmin nebuwe qet be bira ême xeşîmîn
daym ke legełyan şew û řoj yar û nedîmîn
êstake be enwa’î ’êlel ême seqîmîn
muḧtacî deway ḧîkmetî luqmanî ḧekîmîn
bo çare ebê se’îy bikeyn ême be naçar
êwe bin û xwa wernewe ba tif bê le şeytan
derken le diła cumle xeyałatî perêşan
çend çiştê heye wasteyî negbetî kurdan
wek kîbir û ḧesed buẍzîyek û qîlletî ’îrfan
îslaḧî bikeyn bełkû bikoşîn hemû yekcar
darwî ḧesed û buẍiz û cehalet hemû ’îlme
dermanî hemû derdî «řezałet» hemû ’îlme
esbabî necat bûn le «zelalet» hemû ’îlme
bo neylî ’ula, babî dexałet hemû ’îlme
her ’îlme ke saḧêbî ekate şehuxûn kar
nageyne emel ême kewa bê ser û pa bîn
bed xułq û bed û tarkî eḧkamî xwa bîn
dujmin beser û małî hemû dost û bira bîn
bêgane perest xademî mexluqî weha bîn
sûdêkî lebo ême nîye, xizmetî eẍyar
qapî emelî ême ke besrawe le her la
nakirêtewe em qapîye bo ême em êsta
bê yekyetî û, merḧemetî, ḧezretî mewla
her yekyetîye, derdî hemû kurdê dewa ka
ta tefreqe bîn zor ’ebese, zeḧmet û îsrar
neydîwe kesêk kesbî me’arîf bebê ustad
mumkin nebuwe be şitêk serbexo asin be bê ḧeddad
xxxxMissing
neygirtuwe kes bazî miradî be bê «seyyad»
gewre nebuwe tîfil be bê, dayey xemxiwar
ناێتەûە bîrtan ke le îmamî «sefer ber»
«ḧîlmî begî erkan» û «biraym begî» bê feř
çend gewreyî kurdanî huner pîşeyî sefdir
kirdyan be nîşaney hedefî gulley ’esker
ew řoje ke teşrîfî xebîsyan buwe salar
bane û seqiz û, mukirîy û, sabłax û, merîwan
yek def’e le sayey qedemî negbetî «erkan»
sûtan û biław bûnewe ehlî lew wiłatan
nîwey buwe bexsîrî, desî leşkirî řûsan
polêkî buwe, tu’meyî mor û, melî kosar
lew řoje beda kê bû be cuz «ḧezretî yezdan»
bênête şepolî, řeḧmetî wek hewrî beharan
biřjênê leserda, nê’em û řeḧmetî baran
bo mîlletî mezłûmeyî kurdanî perêşan
emřoyş ewe ḧasî, ewe ḧafêz, ewe xemxiwar
her kes ke beqed zeřeyyek ’eqłî le seraye
tesdêqî ekat, herçî ke nûsîwme, wehaye
munkêr be qisem, daxłî zumrey, cuhelaye
«şayq» be xwa, herçî le cem’î ’uqelaye
bo nezmî kelamit, be dił û gyane, xerîdar