ey yarî xoşewîstî wefa karî řast řew

weramî name û kartêk
From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 2 minutes  571 views
ey yarî xoşewîstî wefa karî řast řew
wey cêy umêdî muxlîsî xembarî tîreşew
wextêk ke «kartî cejneketim» dît û xwêndimewe
wek nûstuwêk ke řaşłejê û řaçenî lexew
tîmsalî ḧałî qewmekey mîslî sînema
hênaye ber nezerim û lepiř řapeřêm, be dew
tozê ke seyrî ew filîmem kird û têy geyîm
destim geyande xame wekû berqî tîjřew
nûsîm be xwênî dîde le sefḧey syahî dił
eḧwałî kurdî quřbeser û bextî şûmî ew
kurd řenceřoye gułbunî ’eyşî xezanî kird
şanî le jêrî barî xema giştî bû «cedew»
newroz lebo ewaneye wişkyan jyayewe
nawçawî bexte dêzekeyan bû be mange şew
kurd xo beharî ’umrî gełařêzî kirdewe
kurd lalezarî ’eyşî be pako kira direw
kurd řojî cejnî řeş buwe xoşîy bo nema
damawe, beş xurawe, hemû řojî bû be şew
kurd bextî şûmî nûstuwe biřwane laşekey
wa benc kirawe takû ebed hełnesêt le xew
qewmêk ke bextî sustî weha şûm û xeste bê
qewmêk ke řojî řoşnî lê bû be nîweşew
qewmêk wehabû herkesê pyada be keyfî xoy
qewmêk keherçî hatû buwe xêwî małî ew
qewmêk ke xoy nemird bû mîratî beş kira
pyawî nirane naw qefes û bûne baře kew
qewmêk weha bû new’î beşer řeḧmî pêy nema
wa çake xoy binête quř û çîm û zîx û çew
şahoPen name le daxî talê’î nasazî qewmî kurd
nałey derûnî nasrewêt bû be «dare kew»