lêk dabřan

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 2 minutes  770 views
ke řoyştin, wa nezanin
kemterxemîm, řêy lê tenîm
wek řojan û şewanî zû
hîç nexewm, pêştan kewm
be hewrazî kwêstanî hat û nehata
hîç nesrewm, her serkewm
kołî xem û endêşetan
yan twêşeberey kêşetan
herçî heye û herçî ebê
lê wergirim, bo hełgirim
***
ke řoyştin, wek dû kotir
ke datan le şeqqey bałtan
berew hewargey xeyałtan
bo sêberî darêkî dûr
dûrtir le pêwaney sinûr
herçîm heye,
herçî soz û herçî hest û
herçî xoşewîstîm heye
çî mayey serberzîm heye
gilêney dûçawim heye
germayî henawim heye
gizing û hetawim heye
hemûy wekû çepke gułî
çepke diłê
le wextî beřê kirdina,
kiz westabûn legeł mina
***
ke řoyştin, wek şepolê
le deryay em jyaneda
gêjawî em cîhaneda
boşayyek lirfey ehat
le qułayî em gyaneda
min û ewaney wek minin
le xemî dûrîya winin
em dabřan û cyayye
nuxşey werzî kotayye
***
ke řoyştin, behrey şî’ir
leberçawim lêł û pêł bû
wekû caran
huner û peyamî nema
diłî şa’îr, wekû sałan
sebûrî û aramî nema
geş bînim û bebê êweş
wexte biłêm, wekû řojan
em jyane tamî nema
kamî nema