řapeřn

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 1 minutes  1096 views
ey kirêkarî neberdû kakî cutyarî hejar
ey zelîlanî çepokî xwên mijanî şermezar
maweyeke şêx û aẍa û mîr û îsti’marî pîs
laşetan ediřn be kełbe wek segî hewşarî pîs
maweyeke beş xurawin, sa besî bê koşşê
bo necat û bextyarî, řapeřînê, şořşê
ey biram, kakî felaḧim, şêrî deşt û çał û ko
pêm biłê boç wa ze’îfe baweř û îmanî to
mîr lenaw koşk û telara beş bika xermanî to
ew bixiwa goştî mirîşk û toş nexoy têr nanî co
afretanî şar û ladê herweha êweş hemû
aşkiraye beş xurawin her wekû caranî zû