ême tîpî îşguzarîn hem kirêkarî wiłat

1972 le yekî ayarî kirêkar ebû bekir ḧacî ’ebdulla ḧillaq daway kird ke şitêkî bo binûsim xoy be nawî kirêkaran bîxwênêtewe ewem nûsî:
From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 1 minutes  684 views
ême tîpî îşguzarîn hem kirêkarî wiłat
her le řoj’awawe yekser ta degate xorhełat
herçî pêk hatuwe le sayey dest û bazûy êmeye
sazî kirduwe wa be çakî eslîḧe û qongire û qełat
ême pałpiştî jyanîn bo hemû pêwîstekan
kirdewey destî kirêkar bote hoy xoşî wiłat
çunke mandûyn ême fexrîn bo cinûb û bo şîmal
wa ’îraqman kirde gułzar bêẍem û bêhate hat
boçî wa bêbeş bimênîn ême mensebman nebê
bo neçîne řîzî ’alem bo nemanbû qet necat
wa le meydanî xebata şan be şantan dêyne pêş
řû be řûy naḧez dewestîn bo hemû wextî xebat
bo le sifrey xwanî mîrî ême beşdarman nebê
ḧeyfe bo kongirey kirêkar bêrewac û bê sebat
wa le baxçey îstiraḧet ’alemêk mestî gułe
boç be fîkirî diłnewazî kes be ẍimxiwarman nehat
îmřo cejnî bezim û xoşî wa benawî êweye
’alemîş hatote zyaret cêjne pîrozit dekat