seyrî em koye le êre wek seray şahaneye

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 1 minutes  777 views
seyrî em koye le êre wek seray şahaneye
saḧîbîşî qewl û fî’lî herdû her merdaneye
ew legeł dîwanî şada nisbetî çon baweře
çunke qubbad lêre îmřo xadîmî derganeye
qesir û text û baẍ û bextî wek silêman da’îma
merce’î xas û ’ewam wi’eqrîba û bêganeye
textî îqbalî fereydûn bote ferşî bextî ew
camî cemşîd cewherêke me’denî lêraneye
tacî keykawis mesîney qawecaẍî meclîsî
boye bo şem’î cemalî ’asîPen name wek perwaneye