ya řesûlella dexîle min diłim ẍemxaneye

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 2 minutes  910 views
ya řesûlella dexîle min diłim ẍemxaneye
agirî fîtne hełaysa ’alemîş perwaneye
bay ẍezeb hende behêze ’alemîş pûş û pełaş
ḧesreta çak û xerapî ew lela yeksaneye
qetre firmêskî hetîw û ehlî mezlûm û feqîr
dûr nîye asman ke řeş ka pêtî biłên xemxaneye
bêş’ûr wibêdemaẍe herçî deybînî dełêy
giştî serxoşe be carê mestî naw meyxaneye
ger nîye îmdadî ’alem ey umêdî ummetit
’alemî îslam nexoşe fîtne wek colaneye
gerçî ême musteḧqiqîn ya ḧebîbella dexîl
çend ze’îfey pyaw kujaw û bêkes û wêrane mał
çend minałî wa be dwawe bêpena û hêlaneye
wa felek kewtote nałe hem melek zor ’aczin
gwêy le nałe û nûze nûzî dengî ew giryaneye
top û debbabe le erz û qunbuley teyyarekan
řû le her cêga dekatin sa’eten wêraneye
kes be kes řeḧmî nemawe çî legeł yektir biken
lay ḧelale qetil û sûtan seyrî lem peymaneye
ya řesûlella dexîle to ’îlac û çare ke
ba le destiman der neçê dîn bew hewa û pîlaneye
ḧukmî qur’an û ḧedîs û şer’î îslamî hemû
řeẍbet û qedryan nemawe dîn û dunya aneye
toy tebîbî derdî ’asîPen name ya ře’îsel’enbya
zû tedawî ke dexîle êşekey duřxaneye