ke ehatî

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 2 minutes  583 views
ke ehatî
wam ezanî pejare û xem
ne zor, ne kem
wekû giřey agirêkî biłêsedar
baxî xoşî diłnyayî
derûnî toy nenasîwe
***
ke ehatî, wam ezanî
çawî bize û
pêkenîne sakareket
wekû estêrey gelawêj
le xoşî û geşe bew lawe
le wirşe û pirşe bew lawe
hêşta firmêskî nedîwe
ke ehatî, wam ezanî
şepolî cim û cûłeket
le deryay bexonazîna
řojê le řojanî temen
wek befrêkî bê gerd û pak
leser kêwî:
dił şikan û
peşîmanî û
bê aramî
nebarîwe
***
ke ehatî, wam ezanî
pepûleyt û
beşwên guł û hełałeda
dêyt û deçî û
bonî here xoşî ’etrî
baxçey jyanit mijîwe
***
ke çî daxekey daxanim
emcareyan
pêçewaney carî caran
bew çîroke diłtezên û
beserhate xemawyet
wek mamosta
hatî textesiřit hêna
çî nusrabû
leser textey hest û hoşim
derbarey kameranîy to
her hemûyt kujanewe
***
eme wabû
bełam axo tomarî jîn
defterî temenî mirov
tenha yek dû lapeřeye û
ebřêtewe?
mirov çîye?!
ḧez û xulya û arezuwe
tîşkî êstew řaburduwe
kanîy hestêkî zînduwe
ger byewê
bałdarêkî serkewtuwe
deryayeke
sedan şepolî nebezî û
nesrewtin û yaxî bûnî
bo gewherî kameranî
bo ew jîney
şyawî nawî mirov û
dwa řojî řûnak û geşe
girtote xo
***
de toş were, be gwêm bike
beser diřkî řêy jyana
hetakû ser hengaw binê
wek mirovêkî bê perwa
hîç metirse, hîç sił meke
wek kotrê
bifře berew ew baxçeyey
gułî řengawřengî lêye:
xoşewîstî
diłnyayî
aramî zor
xewnî sewz
kesayetî
ebê min û to bizanîn
gułî baxçey
eger hebê - kameranîn
samanî çiłkin û piłkin
her pêşkeşî jeng û jarke
wekû kirdit
çonit ewê, weha bijî
be şanazî, be serberzî