wesfî leyletulqedir

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 1 minutes  862 views
ey dił şewî bêdarîye emşew le celala
me’lûme tecella le hemû şit deşt û cîbala
wa mewsîme emşoke ke bê ḧezretî cibrîl
pexşanî xełate le teref řebbî te’ala
piř nûre dewr û deşt û zemîn wa be elayek
bo ئەەلی zemîn hatuwe řeḧmet le mîsala
wazbêne to îmşew le xewî ẍefłet û mestî
nefist wekû dujmin legełit wa le qîtala
xamoş mebe lem qedre eger talîbî qedrî
xemłîwe ke cennet be guł û ’enber û lala
wextê ke nema taqetî îzkarî îlahît
sermest mebe her qudretî ḧeq bêne mutała
fîkirê bike ey dił gehî bo sen’etî barî
baweř bike ecirit heye bîlla le xeyała
îmşew ke şewî řeḧmete ew derge guşade
serbest be le em qapîye ’asîPen name le su’ala