aletî cengîm hełsita cunbuş û cewlane ka

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 2 minutes  813 views
aletî cengîm hełsita cunbuş û cewlane ka
bo umêdî tołesandin arezûy meydane ka
her be çeşnî sûre masî wa le deryay şehweta
řû le bîrî tengî êwey xanedan û cwaneka
dûsed û heştam fiřê da waleşînî şîrekem
têbgen gyane le êwe îddî’ay kałaneka
lingî řûtî wa ke dîtin herwekû şûşey bilûr
řû le řûy çexmaxî kaf û gencîney penhane ka
hełmetêkî bo debatin wek piłingî çing bexwên
perdekey edřênî yekser derkekeş wêraneka
sat be sat her çawenořê lutfî êwe wadeka
herwekû berxołe da’îm arezûy naw řane deka
çunke birsî û bêmradih çend zemane řûḧekem
wa leber bê řê û cêyî ḧez lenaw zindaneka
bo deway derdî derûnî talewê biřşêtewe
ta qyamet boy degrye û řûḧî xoy qurbaneka
şêrî nêre wa le bêşey ’îşqî êwe da’îma
bo behaney îstiraḧet yadî çûne لاانەکا
wek ke sêwî kułmî dîtin hem henarî memkekan
herwekû mindałî sawa dem be dem giryaneka
’asîPen name şêt bû wa le tawtan êwe řeḧmêktan nebû
maçî sêwî kułmî êwe derdî ew dermaneka