le dastanî kurdîyewe ełê lew sere le...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  683 views

le dastanî kurdîye ełê:

lew sere le eşkewtêka pyawêkî ’abid û xwanas terkî dinyay kirdibû. her xerîkî ’ibadet bû. řojêk kutupiř le naw berdełanekana parçeyek qîr edozêtewe û ekewêtewe bîrkirdinewe ke em qîre çon kewtote êre? eme ebê xwa bo minî nardibê bo ewe îşêkî pê bikem. le xulyay em bîreda ebê, le encama dête ser ewe ełê

min lem şwêneda ’ibadet ekem û terkî dinyam kirduwe, ’ibadetîş heta çewsanewey zyatir tyabê xêrî zortire. min dû çawim heye, dû çaw îsrafe, dûm bo çîye, be yek çaw etwanim karubarî xom berim beřêwe, xwaş em qîrey her bo ewe narduwe, qîreke heł’egrê û eyxate ser çawêkî û be qîreke çawêkî ebestê.

maweyekî zor bem core nwêj û ’ibadet eka, řojêk le řojan ’almêk be nawbangyewe eçê bo zyaretî. seyr eka çawêkî be qîr bestuwe, lêy epirsê ewe bo çi qîrit nawe be çawtewe? ełê wełła îsrafe, min ke terkî dinyam kirduwe û ’ibadet ekem taqe çawêk îşî min eba beřêwe; îtir dûm bo çîye? ełê çend sałe wat kirduwe? ełê panze sałe, ełê desa ebê nwêjî panze sałit bigêřîtewe, çunke çawit teř nebuwe û awî lê nekewtuwe.