feqê miḧemedî hemewend hebû le wiłatî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  606 views

feqê miḧemedî hemewend hebû le wiłatî suleymanî, le serdemî îngilîzekana mudîrî naḧyey bazyan bû, wekû emîn begî qamîş qa’miqamî çwarta bû.

em feqê miḧemede kuřêkî hebû meḧmûdî naw bû. ke mekteb dahat meḧmûd ta polî şeşî seretayî xwêndibû. eme bo ew serdeme zor bû. meḧmûdîş xoy le xoya kuřêkî be cerbeze û zîrek û zimandar bû. her le paş «1930» serbizêwî ekird û lewane bû ke gelê car be hoy ziman û cerbezeyyekeyewe nawî kewtibuwe berdemî karbedestanî mîrî. mecîd ye’qubî muteseřfî suleymanî ebê, enêrê be şwên feqê miḧemeda pêy ełê nextê amojgarî em kuřet bike ba ewende serbizêwî neka. feqê miḧemedîş ełê cenabî muteseřf pênc şeş hezar řupyem le meḧmûda xerc kirduwe le mektebda ta buwe bem meḧmûde. êste pênc şeş hezar řupyey tirtan edemê meḧmûdekey caranim pê bidenewe.