ezanî şayyekey binawîle çîye binawîle...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  1129 views

ezanî «şayyekey binawîle» çîye?

binawîle dêyekî biçûke le binarî suleymanî. le serdemî xoyda her ḧewt mał buwe. «şayî» yekyan kirduwe û bûkêkyan le naw xoyana gwêzawetewe. dengî em şayye geyştote suleymanî û koye û hełebce û qełaçwalan. her dehoł û zûřnajenêk lew wiłataneda hebuwe hemûyan kişawin bo binawîle. tenanet le wiłatî sineyşewe her boy hatûn. ke şayî germ buwe û kořî hełpeřkê bestirawe, seyryan kirduwe dehoł û zûřnajenekan le destey hełpeřkêker gelê zortir bûn. eme be mercê ke meḧmûdî selîm aẍa û mistefaẍay biray ke mudîrî siroçk bû û eḧmed begî syagwêzîş her çûbûn bo ew şayye. eger kořî hełpeřkê ḧew kes bûbêt. destey zûřnajen bîst kes bûn.

eme bû şayî binawîle
xece û mece û fatîle
xile û bile û qewîle
kopane şiřey tewîle
germyan kirdibû be çopî
qiřîwe egeyşte popî
zûřna û dehoł be topî
pê ekenê be popî
pîrêjnê sed sałe
hîç ney’ema çi nałe
eyut her wa em ḧałe
ba bimênê lem małe