kabrayek hebû zor řijd û çirûk bû zyatir...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  568 views

kabrayek hebû zor řijd û çirûk bû, zyatir le ḧefta sał ’umrî kirdibû û dewłetêkî zorî pêkewenabû, hîç kes dergay małî nedîbû, tenanet mêrûle be’awat bû tozê wirde nanî le małya dest kewê. bew daxewe mird û hîçî dest nekewt.

řojêk komełê swałker kobûnewe serguzeştî xoyan egêřayewe, hatne ser ew kabraye hemûyan wityan ta êsta ême hîçman lê nedîwe. yekêkyan řast bowe witî kê girewm legeł eka? yekêkyan witî min leser dused qeran girewt legeł ekem eger her le êstawe ta sałêkî tir taqe pûłêkit lê send min dûsed qeranit bidemê. leser eme lêk cya bûnewe.

kabray swałker hesta çuwe ser dukanî bazirgan witî le řêy xuda şitêkim biderê, witî xwa bitdatê û dukanî hełgirt û çuwewe bo małewe û emîş şwênî kewt. ew çuwe jûrewe qapî daxist, le paş tozêk hate derewe çû bo mizgewt, dîsan dawî lê kirdewe ewîş her witî xwa bitdatê. ew şewe ew dergayey becê nehêşt. beyanî kabra ke hat biçê bo dukan serî řêgay pê girtewe û witî le řêy xwada şitêkim biderê, ewîş her wekû caran witî xwa bitdatê.

serit neyeşênim lêy nebowe ḧeyşî pê tał kird. beyanî û nîweřo û êware her hîçî nedaye. witî başe êste hîçim nadeytê, namdeytê. bełam qiseyekim biderê ke fiłane wext şitêkit edemê. çend řojêkîş bem core řayanbiward. way lê hat mał û minałî weres bûn. wityan pyaweke êste çît lê kem ebêtewe eger biłêyt le paş ewende wext şitêkit edemê? we ew wexteş neydeytê û êsteş le koł xotit kirdibêtewe. kabra her řazî nebû. emîş wekû kêç her lêy nebuwewe. bo bazař eçû, bo mizgewt eçû, bo mał eçû, her be şwênyewe bû. axrî kabray kirde kun, çarî nema. witî biřo segbab! le paş sałêkî tir werewe pûłêkit edemê. ewîş witî xwa lêt bezyad ka û řoyşit.

le paş se’atêk çû bo małekey û teqey da le qapî, wityan kêye? witî minim swałkerekem, ’erzî aẍa biken ewe le sałeke se’atê řoyşit. emey wit û lêyda řoyşit. se’atêkî tirî pê çû dîsan çuwewe û teqey dayewe le qapî. wityan kêye? witî minim swałkerekem, ’erzî aẍa biken ewa le sałeke dû se’atî řoyşit û lêy da řoyşit.

be kurtî bem core dinyay le kabra kirde pêstî çoleke. her sa’etê ne sa’etê hełî ekutaye serî eyut ’erzî aẍa biken le sałeke ewende se’atî beserçû. le paş çend řoj kabray dewłemend îtir le twanaya nema bangî kird were segbab ewe pułeket û wazim lê bêne, ewî to be minit kird ta êsta ’umirim bem ’umre geştuwe kes pêy nekirdûm. swałker pûłî lê wergirt û bem core girewekey birdewe.