kabrayek hebû le neẍede kełeşêrêkî hebû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  699 views

kabrayek hebû le «neẍede» kełeşêrêkî hebû. her çende mał û minałekey pêyan ewt ba serî bibřîn, ew her eyut îmřo na sibeynê. kełeşêr bem core çend sałêkî řabward, way lê hat leber pîrî hêzî tya nema, ney’etwanî çîne bika û şitêk bo xoy peyda bika, kabray xawenîşî hîçî ne’edaye, le tawana wişk hełgeřabû. řojêk kełeşêr hate mirdarbûnewe, kabray xawenî xêra firyay kewt û serî biřî, emca xistyane naw menceł û xistyane ser agir, mał û minał le xoşyana kewtine sema be dewrey mencełî goştî kełebaba.

ew řoje her le beyanyewe ta êwarê kuła û dayangirt. seyr eken leber pîrî wekû agirî her nedîbê wabû. awekeyan ew şewe benanewe xward û řojî dwayî serlenwê xistyanewe ser agir, le êwareda day’egirin seyr eken her wekû dwênê waye, nekuławe. ew şeweş awekeyan xward û goştekeyan hełgirtewe bo beyanî.

dirawsêyekyan hebû le nîweşewa mîwanyan hat, destyan be hîç layekda negeyşit, be kuřekey xoy wit a řołe! biçore małî mamit pêy biłê bawkim ełê mîwanman hatuwe û destiman be hîç naga, kełeşêrekeman bo binêrî tozê eyxeyne ser agir, mîwanekey pê řazî ekeyn û sibeynê boyan enêrînewe.