řojêk dû sê feqê eçne bîbanî eçne...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  514 views

řojêk dû sê feqê eçne «bîbanî», eçne małî kone kwêxakey bîbanî. em kabrayeş zor çiruk ebê û le małîş nabê. le paşa ke dêtewe çawî pêyan ekewê ełê ya řebî çibkem? min xom nanim pê naxurê, êste emaneş hatûn û bûn beserbar.

ekewête em delyay fîkirewe. yekê le feqêkan çawî pê ekewê, ełê fermû xałe. kabra îtir xoy bo naşardêtewe dêt da’enîşê, legeł danîştin ełê erê feqêyne agirtan pê nîye? yekêk le feqêkan jîr ebê, ełê kuřîne hełsin ba biřoyn, em kabraye dem û dûyekî başî nîye û şitî tir eqomê. bem core kabra le kołyan ekatewe.