kabrayekî derozeker kiçêkî hebû herkes...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  587 views

kabrayekî derozeker kiçêkî hebû herkes daway ekird ney’edaye û eyut eydem be yekêk bitwanê nan peyda bika û le xom azatir bê. ew kabraşe bêcge lewe ke serkirdey swałkerekan û zor dewłemendîş bû, çoleke řêzewłî le małya ne’ebînê. bem core em kiçey her mayewe û kesî wa nebû bîdatê. řojêk kabrayekî swałker hat daway lêy kird, ewîş her way cwab dayewe. emîş witî çilon le xot swałkertir bê? witî eger twanî şitêkî le min send ewe le xom azatre.

kabra hat xoy lê gořî û çend sałêk şwênî kewt neytiwanî hîçî lêy bibestêtewe. řojêk bawkî kiçe çû bo ḧemam emîş be şwênya çû, le jûrî ḧimameke berokî girt, witî aẍa bo xatrî xwa şitêkim biderê. ewîş witî biřo segbab! lêre çît bidemê? çî heye ta lêmî bistênî. em her lêy nebuwewe. axrî kabra berî etaşî, pêy wit eger tełê le mûy berî xoyştim bideytê min her pêy řazîm, bo ewe be nahumêdî negeřêmewe dwawe. kabra destî bird û witî ha segbab ewe tełê mûy berim, de biço bîke be pelkey daykita. bizanim mûy berit bo çîye? kabra muwekey wergirt û înca xoy lê aşkira kird û witî girewman birdewe yan na? kabra witî eşedubîlla le min azatir û pyawtirî. ke hatnederewe îtir kiçekey lê mare kird.