ḧacî miḧemmedî ’enber yekêk bû le...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  592 views

ḧacî miḧemmedî ’enber yekêk bû le nuktebêjekanî suleymanî û lew kesane ke qisey nesteqyan hebû, pêkenînîş nebû. êwareyek katî nwêjî şêwan bû le mizgewtî şêx celal le suleymanî. ew wexte tirumpayek le ber sekoy mizgewtekeda bû, em awî belo’e û melo’eye danehatbû û şêx celal le naw miḧrabî sersekoke qametî bo kirabû hî nwêjî şêwan. xełkekeş hemû le piştyewe řawestabûn. nîyet dabestira û nebestira, kabrayekî çetewłî xełkî ew şarezûre her le dûrewe hat tînûy bû û çuwe ser tirumpake aw bixiwatewe. her çend be dewrya hełsûřa neyzanî çon ekewête geř. ḧacî miḧemmed le sefî pêşewe le nîwey nîyeta bû her xêra derpeřî bazî daye xwarewe çuwe ser tirumpake û be kabray wit bawkim tînûte? witî a bira. witî de dem binêy be lûlekeyewe. demî na be lûley tirumpakewe, destî daye deskekey û xistye cûłe. ta em emey kird xełkeke hemû nwêjyan dabest. ke ew destî na be deskî tirumpada aw basqeney best, le lût û gwêy kabra aw derpeřî, kabraş demî gîr buwe le lûley tirumpake, her çend mil ba eda demî ber nabê, ḧacî miḧemmedîş her xêra xêra deskî tirumpa ba eda û aw her zyad eka û ełê dey bawkim têr bixorewe, xełkeke le naw nwêjekeda destyan kird be hîlke hîlk û pêkenîn û hemû nwêjyan biřî. lew laşewe kabra be lada hat, çend kesêk çûn deskî tirumpakeyan le destî ḧacî miḧemmed send, aw westayewe, be her cor bû demî kabrayan le lûley tirumpake beřeła kird. desyan be sikî kabrada hêna awekeyan le sikî derkird û kabra be her cor bû hatewe hoş xoy. ḧacî miḧemed wazî nehêna çû be layewe pêy wit bawkim têrit xwardewe? kabra witî hey dewît bawik! eme ketin bû to we minit gêřa! witî bira çî buwe awim dayt. yekê çuwe şarewe lûle kewawî xward ebê nabê aw bixiwatewe? kabra witî hey biço dewît bawkey şarîye! řyame goř bawkitana, şerit wê we şertî xwa, çûmewe qisnekey sey saq bigirim, bałanterantan bo binêrê hezar şeqtan tê hełdat û giştan gul bika, bo çî wa ezanin ême bê ’eşretîn. kabra řoyşit û ewanîş nwêjyan dabestewe.