eḧey caw carcar eçû bo dîdenî şêx...
From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
1 minutes
1 views
eḧey caw, carcar eçû bo dîdenî şêx babe’elî tekyeyî le mizgewtekey xoy le suleymanî. şêx ḧeme ’elîyekî barawî hebû dukanî beqałî hebû leser cadekey sabûnkeran, eçû hendê mîwe û şitî be qerz lê ekřî û eybird be dyarî bo şêx babe’elî û pêkewe eyanxiward! paşan şêx ḧeme ’elî daway parekey ekirdewe le eḧe. eḧeş lûs û barîk destî egirt û eybird bo lay şêx babe’elî eyut: parekey biderê! babe’elîş eyut: axir eḧe to ewet be dyarî nehênawe bo min?! eḧeş eyut: ya şêx parekey biderê, axir min nemwîst be destî xałî bêm bo lat, eger ewem nehênaye to le kwê ew tirê û şitet exward?! şêx babe ’elîş destî ekird be pêkenîn û parekey eda be şêx ḧeme ’elî.