bîgryene û xemtî berê

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 1 minutes  828 views
1
ke xem bibête hewênî meyandinî şî’rêkî min
le naxewe
awêneyek dirust ebê
wêney xom û ew kesaney tya ebînim
ke wek minin
2
zû şa’îrê hawarî kird:
baxçey sewzî em jyane
em temene
henasekey hêcgar kurte
beşî xoşewîstî naka
min tê nagem, çon mirov
bextî řiq û kîney eken
minîş ełêm:
beşî xoşî û şadî naka
çone be giřey pejare
be bilêsey xem û xefet
lecêy bize û geşanewe
eyjakênin,
eysûtênin?!
3
xunçeyek leberxoyewe
gwêm lê bû be çirpe witî:
ne zyatrîş
diłim tenge
egerçî kurte temenim
naşadim û pê nakenim
ke çî ke şiney şemałî
ser le beyanî hełî kird
girêy diłî kirayewe
be bizewe geşayewe
bû be guł û
her pêkenî... her pêkenî
hetakû serî nayewe
4
toş ey mirov!
ey mirove sakareke
eger řeşeba hełî kird
ba gêjełûkeşî pê bê
çaw lêk menê
bîkerewe, bîkerewe
ba kwêr nebê
eger xemê, ger giryanê
yexey girtî le çeqî řê
bîgryene û xemtî berê