to ew toyey

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 1 minutes  746 views
ke bê dengim,
wa nezanî řojanî zû
jîlemo bûm
nepşiko bûm
hêdî, hêdî, sard bûmewe û
êste miştê, xołemêşî sard û siřim
***
ke bê dengim
wa tê negey, sozî caran
wekû beçke çolekeyek
leber tof û kiřêweda
zimanî le go kewtiwe û
kesîreye û, cirîwey le bîr çotewe
***
ke bê dengim
way bo neçî, hestî germim
leber gêjełûkey azar
pile pûşêkî payze û
bedem řeşebay tûřewe
bê aram û bê oqreye û
cê çîye be xoy nagrê
***
ke bê dengim
guman nekey
dirextî yad û meylî to
gełakanî hełwerîbê û
carêkî tir
çiro le amêzî negrê û
îtir sewz nebêtewe
***
ke bê dengim
diłnya be bê dengî min
denge, denge
ezanê bo?!
çunke soz û
çunke hestî řasteqînem
pişkoyeke
hergîz be jîlemo nabê
xoşewîstîm, bałdarêke
be hîç hêzê
kesîre û destemo nabê
yad û bîrewerîm bo to
dirextêke
hemîşe her geş û sewze û
bê nemam û bebê gopke û
bebê bizey çiro nabê
to ew toyey
ew gewherey
wexte biłêm ...
hîç gewherê be to nabê