mela hemzey kuřî miḧemed sereta le gundî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 4 minutes  745 views

mela hemzey kuřî miḧemed, sereta le gundî «demerqus» hatote dinyawe, em gunde ber qezay şaxî ḧekarî wiłatî «nodêz» û le ’eşretî xanî le lîway «wan» le wiłatî turkya daye. em pyawe yekêk buwe le zana paye berzekanî ew wiłate, hemû wiłatî kurdewarî be soran û botanewe lew sinûraneda geřawe bo xwêndin û le gułî zanayî her mizgewt û ’alemêk şîleyekî şîrînî wergirtuwe. cige le payey zanayî ayînîyekey şarezayyekî tewawî heye le barey kurd û ’eşayerî kurdewe. le şêwey soranîda be puxtî qise eka û îmam û xetîp û mudeřřise le yekê le mizgewte ehlîyekanî nawşarî zaxo, dû kuřî heye, em kate temenî ledewrî heşta sałîda ebê.

le řojî 1973/8/3 lejêr xêwetekeda le ḧacî homeran pêkewe danîştibûyn gelê serguzeştî řabirdûy bo gêřamewe. yekêk lewane em karesatey xwareweye ke beranber be řewřewey mêjû řêkewtêkî seyre. witî:

lew gundî demerquse binemałeyek heye be mîratî be temendirêjî hatun, pyawêk heye «mîrxan»y nawe, jinêkî heye «’ece»y nawe. nazanim êsta mawin ya nemawin, çunke zor le mêje min lewê derçûm. emane netewe û bereyekî zoryan lê kewtotewe, etwanim biłêm tenya ewan bûn be gundêkî serbexo. ’ece destinwêjî le 21 kes lewane naşkê. ew serdeme ke min çawim pêyan kewtibû, hemû mabûn emaneş bem core: dûyan bawik û bapîrî mêrdekey û dû kuřî xoy, çwar zawa, dûyan mêrdî dû kiçî mêrdekey xoy bûn ke le jinî tir bûn, dûşyan kuřî ziřkuřekanî bûn, dûşyan yekêkyan kuřî kuřekey bû, yekêkyan kuřî kiçekey, şeş kuř û xuşkezay şîrî, sê le mane xoy şîrî dabûnê, sê key tiryan jinî pêşûy mêrdekey «mîrxan» şîrî dabûnê, ke ew jine û em «wate ’ece», xuşkî şîrî yek bûn, ye’nî pyawêk şîrî dabû bemane. mela hemze witî: emane hemû mabûn û pyaw bûn. ta em şwêne agadarîyekey mela hemze bû.

minîş bem hoyewe şitêkî mêjûym kewtewe bîr, her çende aşnayetî be kurdewe nîye, bełam şitêkî mêjuyî û ’acbatîye, bo zanyarî bê kełk nîye. ewende heye min hî «’ece»m be lawe řûdawêkî seyrtire, eweş eweye ke: «’atke» kiçî yezîdî kuřî mu’awyey kuřî ebî sifyan daykî yezîdî kuřî ’ebdulmelkî kuřî meřwan bû. le yek kata ḧeram bû le yanze kes le xelîfekanî emewî, ke ew yanze kesey le jyana çaw pê kewt, ewanîş:

1- yezîdî bawkî

2- mu’awyey bapîrî

3- meřwanî bawkî ’ebdulmelk ke em jinî ’ebdulmelk bû û merwan ebê be xezûrî.

4- welîdî kuřî ’ebdulmelk.

5- suleymanî kuřî ’ebdulmelk

6- huşamî kuřî ’ebdulmelk, ke em sêye henezay bûn.

7- welîdî kuřî yezîdî kuřî xoy, ke welîd ebête kuřezay.

8- yezîdî kuřî welîd kuřî ’ebdulmelk.

9- îbrahîmî kuřî meřwanî kuřî welîdî kuřî ’ebdulmelk. ke em îbrahîmeş kuřî henezay bû.

10- yezîdî kuřî ’ebdulmelk. ke em yezîde kuřî xoy bû.

11- mu’awye biray xoy, ke ekate mu’awyey kuřî ebî sifyan.

lemewe der ekewê ke ’atke xelafetî dwanze kesî le emewî dîwe, yekêkyan ke ’ebdulmelkî kuřî merwane, mêrdî xoy buwe û ewanî tir be hoy neseb û jin û jinxiwazyewe lêy ḧeram bûn û destinwêjî lêyan neşkawe.