řeḧmetîyeke ferhengêkî hebû lew...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  845 views

řeḧmetîyeke ferhengêkî hebû, lew ferhengeya gelê şitî bas kirdibû, řiştey mirwarî qeydî çîye basî hendêkî bika, xo qufłî ke’be keç nabê, efermuwê:

«qiran alinḧisîn»: eweye ke dû serxoşî řîşdar maçî yektir biken.

«’erbede»: nwêjêke le gořî ser xoşana bikirê.

«pałewan»: aqłêke le naw serxoşana dabnîşê.

«berat»: eweye ke le wextî serxoşîda we’dî pêy bida, bełam ke hatewe hoş xoy neyda û peşîman bibêtewe.

«fizûłî»: ew keseye ke lay dame û tawłe danêy û yekê le dû keseke fêr eka.

«zulqerneyn»: eweye ke dû jinî hebê.

«mudebîr»: ew keseye ke mesarîfî le derametî zyatir bê.

«řîş»: tezbêḧî destî ew kesaneye, ke eçne derbarî fîkirewe.

«řûřeş»: ew keseye ke yekemcar tûşî yarekey ebê û ḧeytekey lût berz nakatewe.

«małwêran»: ew keseye ke jinî destemoy le mała hebê.

«bazařî»: westay cinêw.

«honer»: qisediz.

«mu’cize»: ew keseye ke le lay dame û şetrenc û şit da’enîşê, řastyekey ezanê nayłê.

«eltiqawalsaknîn»: dû feqên le ḧucreyekda.

«řemezan»: behîway beheşt çûne naw ceḧenemewe.

«swên»: pêxorî diro.

«’ezrefut»: ew keseye şi’rî xoy exwênêtewe serî bo eleqênê.

«řastigo»: dûjminî hemû kes.

«bê gunaḧ»: ew keseye, ke kewtibête jêr destî sertaşî naşyewe.

«nadir»: jinêke ke qisey be řê û cê bika.

«bedbext»: cwanêke ke jinî pîrî hebê.

«pêwłet»: pîrêke ke jinî cwanî hebê.

«zebanye»: sertaşî řîşdar.

«zeqûm»: ew pareyeye ke eydeytê.

«mela»: ’izra’îlî minałan.

«dîq û derd»: hawřêy xirap.

«bergidûrî çak»: ew bergidûreye keclekan endaze nerwêt.

«tewqî le’net»: ew zawayeye, ke her le mała bêt.

«zîrekî tewaw»: ew keseye ke şi’ir binûsêtewe û bîxwênêtewe û hîçî lê tênega.

«damaw»: pîrejnêke, kesêk bo îşêkî xêr lay lê nekatewe.

«nimayşga»: kuřî serxoşan.

«xenaq»: mîwanî daymî.

«nustin»: ziłya û piłyawî hejaran.

«xirxał»: engustîley pê.

«do’ay xêr»: îsḧanî herzan.

«jêrkiras»: meḧremî daymî.

«umêd»: keşkołî bê newayan.

«şewnim»: firmêskî çawî şew.

«maman»: derkewanî dwabřaweke.

«çaw»: derwazey dił.

«ḧacî leqleq»: maławayî zistan.

«gořewşar»: bin destî pîrêjin.

«bangêj»: cařçî xwa, dujminî xew.

«pişt mil pan»: gêlwiryabe dest nebey bo pişt milî xot..