mela ewřeḧmanî pênciwên ew ’alme be naw...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  738 views

mela ewřeḧmanî pênciwên ew ’alme benawbange bû ke yekêk le feqêkanî mela ḧisînî pîskendî silêmanî bû. mela ewřeḧman wekû ew ’alme berze bû, car car şî’rîşî ewt. kabrayekî yosocanî lê peyda bûbû çikêkî xwêndibû, eyut: eme êjin mela ewřeḧmanî melaye û şa’îr, key waye? min lew melatir û şa’irtirim. wityan eger waye toyş şitêk biłê. witî:

mela ewřeḧman, mela eweřḧiman
mela ewweřḧimanî pênciwên
řa zeřbeř ser fulad
ne hî nerim şew diřa

wityan tewaw şa’îrî leme çaktir çon ebê?