le gundêkî ew sere jin û mêrdêk şewêk le...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  887 views

le gundêkî ew sere, jin û mêrdêk şewêk le jûrewe řakşabûn, seyryan kird yekê le serbanewe le kunawřojnekewe seyrî xwarewe ekat, eman têgeyştin ke eme dize hatote seryan, çaweřêy ewe ekat ke eman xewyan lê bikewê, bełam eman tenanet darîşyan la nîye. be dem qisewe jine be pyawekey wit: erê pyaweke to bawkit hîçî bo becê nehêştît, xo hêşta kasbyekî watnekirduwe, em serwet û samanet çon wa pêkewena? pyawe witî: wełła jineke be dizî. witî çon? witî be şew eçûm bo dizî, dengim ne’ekird ta tozê şew direng ebû, mang heł’ehat, şewqî mangeke le kunawřojney jûrekanewe eçuwe xwarewe û ebû be kołeke, destim pêwe’egirt û eçûme xwarewe, çî hebû nebû kom ekirdewe emda be kołma, dîsan be kołekey mangekeda ser’ekewtimewe, îtir eme îşim bû heta em samanem bem core pêkewena. kabray dize leser banewe gwêy le qisekanyan bû, le diłî xoya witî eme fîlmêkî baş û bê ’ezyet û bê tirse. dengî nekird ta mang hełat, xoy leser kunawřojneke lada, şewqî mangeke çuwe xwarewe, ewîş destî pêwegirt ke biçête xwarewe, tirpey hat û kewte xwarewe, estoy wird bû, emca jin û mêrd hestan hatne wêzey, ewendey tir şilukutyan kird. kabraş eyut: min kewtine xwarewem bes nîye êweş ewendey tir şilukuttan kirdim, be başełêkî başewe egeřêmewe dwawe.