le dêy diřî kiçêk lewpeřî cwanîda şêt bibû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  931 views

le dêy «diřî» kiçêk lewpeřî cwanîda şêt bibû, le ber cwanyekeşî le hemû ew wiłatî alan û sîweyle xiłk her zor zor ehatin bo xwazbênî, herke nawî mêrdyan lê ehêna kiçeke ewendey tir şêt ebû. bawik û daykekeşî hîç şexis û melayek nema neyben, be hîç corêk çar nekira, řojêk hełî egirin eyben bo lay şêx babe’elî sûse, şêx babe’elî dem û nifûsekey lewane nebû, her şitêk bibrayete ewê çak ebowe, jûrêkî tarîkî hebû le małekey xoya, ke şêtêkyan ebird eyxiste ewê û ney’ehêşt kes biçê be laya. kiçey şête yek dû řoj lew jûreda mayewe, paşan şêx xoy be tenya çû bo lay û dergakey lewdîwewe daxist, tozê be nerim û nyanî qisey legeł kiçekeda kird, ta tozê samî şika, paşan pê wit: kiçim derdeket çîye řastim pê biłê min çaret ekem. şêx seyrî kird kiçeke zor ’aqłe, şêx dîsan qisey legeł kirdewe ta be tewawî samî şika înca kiçe witî: ewey řastî bê ya şêx min kiçênîm nemawe, we be zorîş wayan lê kirdûm, hemû le ber eweye xomim kirduwe be şêt û ke nawî mêrdîşim lê dênin ewendey tir şêt ebim, ezanim ke pê bizanin emkujin, emeye řastyeke, ca toyş keyfî xote. şêx tozê řama û le paşa witî: kiçim metirse řizgarit ekem! emey wit û hesta hate derewe û dergakey leser daxsitewe. hat be bawkî kiçekey wit: çûme lay kiçeke le paşa do’ay celcelutî û ebû dûcanem beseraxwênd, çukeçukêk le naw sikyewe peyda bû, ke çak seyrim kird, eme şeytanêke û lewêda xoy şardotewe, witim mel’ûn were derewe egîna bem ’esaye ser û gêłakit enême yek, temaşam kird nayet û zyatir xoy eşarêtewe, destim daye ’esakem, her min destim daye ’esa hawarî kird ya şêx dême derewe, bełam berełam bikeyt, witim başe mel’ûn berełat ekem. ca êsta ew şeytane le her kwêyekyewe bihênme derewe ew şwêney ’edim ebê eger le çawyewe derîkem, çawî kwêr ebê, eger le demyewe derî kem, demî lar ebê, eger le şermyewe derîkem perdey şermî edřê. ca êsta êwe keyfî xotane le kwêwe ełên derî ekem? bawik û daykî kiçe wityan: ya şêx be qurbanî ew dem û nifûset bîn, newełła ba kiçekeman ne? çawî kwêr bibê û ne demî lar bibê her le şermyewe derî ke, perdey kiçênî namênê qîr û sya, hemû kesê ezanê ke şêx şeytanekey le şermyewe derkirduwe, leber ewe kiçênî nemawe. şêx geřayewe bo lay kiçeke, pêy wit: řołe min wam bo witûyt toyş her wa biłê ke be dem û nifûsî şêx bayek û xwên le şermimewe derçû, îtir ew cûłeke le leşma bû nema! destî girt û hênaye derewe, bawik û daykî destyan kirde milî kiçekeyan û destî şêxyan maç kird û geřanewe bo wiłatî xoyan kiçîş be tewawî çak bowe û hîç ’elemî têda nema.