le sabłax melayekî şerefkendî hebû destî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  737 views

le sabłax melayekî şerefkendî hebû destî duktorî hebû. řojêk kabrayek eçête lay ełê: aẍay ḧekîm mela! çawêkim nazanim çîye ḧeraretêkî zorî tê kewtuwe, enêłênê wekû tenûr, leber ewe hem wişk hełgeřawe, hem tengîş botewe. ḧekîm melaş ełê: wełła min emane hîçî lê nazanim, bełam ewende ezanim to pyawêkî le xwa tirsît û do’at qebûłe, do’a bike em derdane le çawî to hełgirêt û bîxate quzî jinî duktorewe.