kabrayek le gundî şênê hebû nawî řeşe...
kabrayek le gundî «şênê» hebû nawî «řeşe» bû, řojêk êstirêk edate pêş xoy û eçêt bo dar qîspan bo qorîye gya û gaw şitî wa, bare qîsp ebřê û paşan herçende eka nazanê bareke le êstireke binê, meḧtel ebê, paşan dê be bîrya ke bareke le kołî xoy binê û xoyşî swarî êstireke bibê, bem core bar, řêk, exa û berew mał be řê ekewê. le řêgay dû darî gewre lew berewberî řêgakeda ebêt, emîş barî tund le xoy şetek dawe, dar qîspekanî kołî le dû dare gewreke egîrên, êstir be guř eřwa, kabra be hełwastirawî lewêda emênêtewe! êstir be xałyetî eçêtewe bo małewe, xizman ke temaşay eme eken ełên şitêk le řeşe qewmawe, dên be hawarîyewe, ke egene ew şwêne, seyr eken řeşe bew hewawe řep řawestawe! ełên: kuře řeşe eme çîye? day egirin û emca ełê:
ew êstirokem bo bênin, her ebê êsta wirgî bidiřim, min witim ba bareke lew nenêm bo ewe ’ezyetî negatê le xomim naw swarî bûm, ke çî geyştîne ew şwêne herçende kişum kird hîç gwêy nedamê, em bo xoy çowe û minî da be dest ew daranewe, awa tołey pyawetîm edatewe?!