mela ewřeḧmanî tayşeyî gêřayewe witî lem...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  441 views

mela ewřeḧmanî tayşeyî gêřayewe witî:

lem axreda lew deştî germyane le xêłêka we’zim eda, lew we’zekeda witim kitêb efermiwê: katê ke xway te’ala kirdîye ser îzřa’îl ke gyanî xełkî bikêşî û ew îşey bew sipard, ḧezretî îzřa’îl witî: bînayî çawan! em îşe bo min zor girane û le ah û nizuley ew ’alme çon der’eçim ke nawim beser zimanî hemû kesêkewe bêt? em erke be min hełnagîrê. xway, te’alaş fermûy: ya îzřa’îl to biço îşî xot bike, kes nawî to nahênê, yekêk ełê le serban kewte xwarewe û mird, yekêk ełê le wiłax gila û mird. her yeke şitêkî bo ełên, kes belay toda naçê û nawit nahênin.

witî: ḧacî miḧemedêkî şatrî hebû le we’zekeda danîştibû hełî daye witî: erê mela! xwa we qurwanî wim ew wexte lebîrî nebû basî otomobêl û teyareş bika? çawit lêye ḧacî şerîfî se’atçî, ew pyawe nûranîye û mela ’elî leylan, ew pyawe dem we qurḧane çon we otomobêl û teyare řoyştin? ewyan ber otomobêl kewt û emyan le teyare kewte xwarewe û bew core seryan tya çû, desa mela herçî êjît giştî her ew îzřa’île bê feřes!