caran lew kurdewarîye -newek caran bełkû...
caran lew kurdewarîye -newek caran bełkû êstaş- yekêk ke jinî ehêna ne’ebû be zawa eyanut eme bestirawe, kabra ekewte geřan bo lay şêx û mela bo nûştekirdin û çarî em derdey, ke bełkû bikirêtewe. ’ase bîceřêne hebû le suleymanî ke îşî her ewe bû bestirawî ekirdewe. kabray bestiraw, ke le hîç layek hîçî bo ne’ekira, benawbangî ’ase bîceřêne ehat bo suleymanî û eçû bo lay, eyut: mîmke ’ase bîke we xatrî xwa çarêkman bike. mîmke ’aseş xoy teng ekirdewe eyut: biřon bawkim bo wazim lê nayenin, behoy cezrebey cinoke û şeytanî êwewe ewete her êsqanekem mawe. kabra ke gwê leme ebû ewendey tir şêrgîrtir ebû û destî epêça be dawênya eyut: bîke be xatrî ew xwaye, ke ew behreyey dawe we to eger çarman nekey!
’aseş eyut: biłêm çî başe ba em careş bo êwe bê.
’ase dû jûrî le xanuwekeya hebû, kabraş ke ehat be xoy û jinekeyewe ehat, emca mîmke ’ase le yekêk le jûrekanay camê awî řûnî ehêna, çarokeyekî ehêna eyda beser came awekeda, darêkî edaye jêr çarokekew, çaroke wekû çadrî lê ehat beser awekewe. emca kabray bestiraw û jinekey ehêna tozê nizîk le awekewe day’enan, xoy eçuwe ew lay çarokekewe, be corê da’enîşt ke çarokeke bikewête beynî ew û jin û pyawekewe. meqełeyyekî agirîşî lew lay xoyewe da’ena qangî ekird be sera, kotre qełemêk witozê kaẍeze şiřeşî letenîşt xoyewe da’ena, le pişt çadrekewe demî eda be yeka hendê şitî wekû:
«co lo, tebpu cadu, galêk» ewtewe. kabra û jineke ewendeyan ezanî şiłpe şiłp û ciruke ciruk lenaw came ewekewe peyda ebû û emca bacî ’asim her lepişt perdekewe řûy ekirde cirukeke û eyut: qise bike kê eḧey bestuwe? eger kabra nawî eḧe buwaye, eger şitêkî tirî naw buwaye be nawî xoyewe eyut: ciruke wişłipeke kiz ebû û îtir dengî ne’ehat, bacî ’asim tuře ebû û eyut: mel’un qise bike, le minî mişarewe? şiłpe û cirukeke ekewtinewe deng! emîş eyut: ê kam çał? - ewa cirukeş her cirukey dê û awekeş her şiłpe şiłp eka! eyut: bom bênin. eyut: çon natwanin? eyut: řêga dûre ya nizîke? çał qûłe ya qûł nîye? min emane nazanim ebê her êsta bom bênin. emca eyut: ew mel’une nawî çî û kuřî kê bû? cirukeke tozê dengî nizim ebowe, eyut: ha? tołpey kuřî gołpe? eyut: ey çî? a şiłxey kuřî miłxe. cîřeyekî le qełem û kaẍezekewe ehêna û eyxiste naw meqełîye agirekewe, eme gwaye nawî şiłxey kuřî miłxey nûsî û sûtandî.
lew wexteda ke kaẍezekey exsite ser miqełeyekewe bacî ’asim xoyşî dengî lêwe ne’ehat û ekewt û ekewt be lada. ke eme leber destî cinoke bêhoş bû! kuře û jine gwêyan le em hemû karesateye! cirwîke şiłpe îtir bêdeng ebû, bacî ’ase ehatewe hoş, çend tałe mû, ya, we ya çeqoyekî pêştir ḧazir kirduwe, heł’esta ehatewe bo lay kuř û jineke eyut:
kuřim şiłxey kuřî şiłxe ke le xêwekanî kêwî qafin, le wextî marebřîntana we ya eyut: le nîwe şewî dway marebřîntana toy bestuwe û fûy kirduwe bew muwaneda û kirdûnî be girê kwêre xistûnîye çałê meẍrîbewe. bo yekêkî tir eyut: efsunî xwênduwe bem çeqoyeda û demî nawete yek û xistûyetye çałî cabulqawe.
min ew xêwanem bang kird ke lenaw ewekeda bûn têm xuřîn ke biçin bihênin, hênayan. eme mûkan kirawnetewe, ewe çeqoyekeye kirawetewe, nawî ew şełxe mel’uneşim nûsî xistime ser egreke sûtandim, ke ewm sûtand ’eşretî şełxe hemû dewryan lê dam, min do’ay ew dû canem leber bû xwêndim, egîna eyankuştim, bełam leber ewe ke ewende naşîrîn bûn, bêhoş kewtim, hemû ew ’ezyet û azaraneye boye min çił û çêwekem mawe. de hestin biçne ew jûrewe be bê tirs îşî xotan biken.
kabra pelî jinekey egrê û eçne jûreke, diłî behêze çunke gwêy le hemû şit buwe û kirawetewe. şapłîte ekewête kar û řûbarî maweran eřjê serbarî ew dyarîyey ke pêştir hênawyane bo bacî ’ase, hendê parey tirîşî be destixoşane bo da’enê, maławayî eken legeł hełgirtinî peřoy bûkênî û eçnewe bo małewe.
nûsînî em base tenya bo derkewtinî «’ase bîceřêne» bû. dûr nîye hendê kes biłên: miçey kişmîş û ’ase bîceřêne bo çî ebê binûsrên? minîş ełêm eger ême ta êsta le hemû řûyekewe şitman bo binûsraye edebekeman zor zor dewłemend ebû, eger êsta nirxî emawe nezanrê řojêk ebê nirxyan zor çak ezanrê.