mela emînî ceffar hebû le suleymanî ta...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  415 views

mela emînî «ceffar» hebû le suleymanî, ta şeřî gewrey yekemîş her mabû, kewa û sełtey lebera bû, camedaney ebest beserewe, hendê carîş mêzerey sipî, kitêbî cefrekey le baxeła bû, day’ena benaw şara egeřa, zor xełk eçûn bo lay cefryan pê egirtewe.

cefir, zanyarîyeke ke deng û basî lemewdaw eda be destewe, em zanyarîye zanyarî estêrejmêrî nîye, ’îlmî «řemił» yiş nîye. řemił eweye ke kabray řemmał hendê lim ekate naw dewrîyekewe, ew kesey ke eçê řemłî bo bigrêtewe, kabra limeke lenaw dewrîyekeda pan ekatewe safî eka, be pence çend xetêkî pya dênê û pêçełêwçêkî têda eka û paşan be kabra ełê îşekey to awaye û awaye, em řemłigirtineweye wenebê şitêkî be binaẍe bêt, bełkû kabray řemał be arezûy xoy qise eka û bo xełk hełxełetandine, bem nawewe nanêkî pêwe exwa.

bełam cefir wanîye binaẍey heye bełkû ’îlme, mela emînî cefar ke kitêbekey egirtewe berde morekey ehêna, em berde moreyeş şeş pałwî hebû le wêney qałbe sabûnêka, bełam biçûk bû, tozê le nok gewretir, le her layekewe ḧerfêkî leser nûsrabû, her care ke hełî eda ḧerfêkî ehêna, qełemêkî be destewe bû, kaẍezî leber dema bû ḧerfekey enûsî, emca hełî edayewe ḧerfêkî tirî ehêna, we ya her ḧerfî pêşûy ehênawe, ewîşî lepał ewî tirda enûsî, ta bîst car em îşey ekird, paşan ḧerfekanî lêk eda ta wişey lê dirust ebû, em wişaney be dêřêkî tir enûsî, dway eme ew kelîmataney ke sê ḧerfî bûnaye û me’nayekî bidaye, eger le kelîmekey tenîşî ḧerfêkî bixrayete ser, me’nake ebû be şitêkî tir, kelîmekey tenîşt ewa ḧerfêkî lê kem bowe, le kelîmey tenîştî ewe belay çepewe ḧerfî bo ehêna û eyxiste serî ta ebû be kelîmeyekî me’nadar, leser em coreş dêřêkî tirî dirust ekird. bem taw û toye, ke eykird pênc şeş dêř dirust ebû. paşan kitêbekey ekirdewe seyrî ew wişe û dêřaney ekird û seyrî kitêbekey ekird, kitêbeke eyut: eger fiłane wişe legeł fiłane wişeda bû, weya çend wişey awa û awa kewtibûne pał yek, me’nakey eweye ew îşe eweye û awaye, le řastîda ew îş û merame nadyare her şitêk bibuwaye řûnî ekirdewe û wekû hêlkey pakkiraw eyda be destewe. mela emînîş îtir mebestekey be kabra ewt, le encama ew îşe wekû cefreke witbûy her wa ehate pêşewe, bo em cefre etwanrê butrê mela emîn yekemîn kes bû le serdemî xoya û le çerxî xoya.