sałî 1934 bû lew binarî çeqiz û qaykende...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  449 views

sałî 1934 bû lew binarî çeqiz û qaykende xêłêkî simayl ’uzêrî xistibûyan. dinya řemezan û zistan bû. min ew řemezane le małî derwêş simayl bûm. le xêłeke cûte gemałêkî naqolayan hebû. nem’ewêra derçim eger yekêkim legeł nebuwaye. ta legeł segekana bûyn be destebra û ewan minyan nasî min lewê nemam! be şew le dîwexanekey derwêş simayla da’enîştîn kuřukał ko ebûnewe le hemû aşêk lêman ekird.

kuřêkî xizmyan hebû nawî ’ele bû, temenî le bînî bîst û pênc ta bîst û heşt sała ebû. bała berzî barîkeley mû zerd. kewa û sełey lebera bû. cemadaneyekî lûl dabû be dewr seryewe. piştênêkî barîkî bestibû. kîse tûtnêkî çîtî dirêjî kirdibû be lay piştênekeya. qisey şewanî koř beşî zorî her hîy ew bû. basî dizîy xoy ekird. jinanîş lewdîwî dîwexanekewe danîştibûn. witî:

şewêk ewa barane û řeşeşewe. çûm bo dizî bo dewrî bazyan. çûme awayîy dergezênewe, segel lêm bûnewe û kirdyan be ḧeçulur hendê nanim legeł xom birdibû boyan car car kertenanêkim bo fiřê edan eplikan be nanekewe min hendêk pêş ekewtim, heta xomim kutaye pał dîwarêk. segel dîsan lêm ko bûnewe. dinya paş nîweşewe. hênam be çwar çingołe destim kird be řoyştin bo dîwarî ewdîwî xanuweke. qaçêkim kird be kilk bo xom.

ke geyşte êre destî bird kîse tûtnekey le la qedî kirdewe peřeyekî bermaxewe û tûtnî kird besera û eymałê beser pence gewreya bo ewey tund bibê. cigerey piř kird, kwanuwekey agirî têda bû. nay be agirekewe, cigere dagîra û nay be lêwyewe. destêkî bird tozê kiław û cemadanekey lar kirdewe. bizeyekî kird û têhełçuwewe.

ke çûme pał dîwareke bułiskim legeł xom birdibû destim kird be kendinewey dîwareke leser xom. jinan lewdîwewe, pyawan lemdîwewe kişumat hemû leşyan bibû be gwê bo qisekanî ’ele! wirde wirde kunim kirde dîwareke. çûme jûrewe dû beranî dabestey lê bû. damne pêş xom hatme derewe. bizeyekî tirî bo kird! segel şwênim kewtinewe. nanim bo hełgirtibûn, car nacar kertenanêkim bo fiřê edan. ta le awayî derçûm pîre berangelim hênayewe bo małewe. nextê le xurîyekeyanim hełpaçî şaxekanyanim be moresan tozê tenk kirdewe. lepaş çend řojê, kawrayek hebû le silêmanî ’elî birzûyan pê ewt. bîstibûy min dabestem laye nardî pêm firoştin we penca řûpye. ḧesawî řûpye her mawu.

eme dizî lew serdemeda be azayetî û pyawetî ezanra êsta dizî buwe be ’eybe. dyare her řojê şitêk le bawdaye.