sałî 1956 řojî 10y 8y ew sałe bû min le...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  350 views

sałî 1956 řojî 10y 8y ew sałe bû. min le mizgewte şiřekem bûm le beẍda. demedemî nîweřo bû. dewrey mizgewteke piř bû le xełk, ewendem zanî şêx meḧmûdî ḧefîd be pê pîlkekana serkewt û serî kird be jûrekey mina, ew şêx meḧmûde ke wextî xoy etut şêre, lawaz û barîk bibû. her ew nexoşîyey bû ke lew sałeda be hoyewe koçî dwayî kird. her min û ew bûyn le jûrekeda, ḧewşe û dewrî mizgewt piř bibû le xełk, çunke şêx meḧmûd hatote ewê û eyanewê çawyan pê bikewê.

wirde wirde destî kird be qise kirdin û be derdedił kirdin, firmêsk beser gonakanya hate xwarewe, witî: zabtekan û zortir lewaney ke legełma bûn hemû xyanetyan legeł kirdim. firmêskêkîş beser gonaya her dête xwarewe. le germey ew qisekirdineya ewendem zanî (legeł ew bêhêzyeya) hesta û nawçewanî maç kirdim û witî: řołe homêdim be kes nemawe be to nebê! witim ya şêx ewe çî efermûy? min çîm, çi kesim, çi pişt û ’eşretêkim heye?! witî: řołe to qełemit be desteweye, qełem le şîr be biřiştitre!

emey wit û hesta. witim ya şêx wextî nwêj hatuwe, nwêj nakey lêre? witî: berêwełła. îtir çûyne xwarewe nwêjman kird û ew řoyşit. bełam leber zorî xełk, ke bo çaw pêkewtinî şêx meḧmûd hatbûn zor be zeḧmet derbaz bû.