le beẍda goranîbêjêkî benawbang hebû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  403 views

le beẍda goranîbêjêkî benawbang hebû, «miḧemed gibancî»yan pê ewt; le řastîda em pyawe xawenî meqamatî ’êraqî û kon bibû tyaya. leber payeşnasî em pyawe ḧukûmetî beẍda sałî 1969 kobûneweyekî le telefzyonî beẍdada bo kird. herçî hunermendîy goranî û meqamat hebû koy kirdiwe û her yeke lemane be endazey desełat be goranî be bałay gebançîda hełyan eda, em goranî û ahenge dirabû be êstigey řadyoş. dyare emane hemû car řûyan ekirde miḧemed ke ewîş xoy le kořekeda danîştibû, be şî’ir û goranî eyanut: «ya miḧimd». mam pîrdawdî lay minîş le yiwey ’emrî bemlawe le beẍda řaybwardbû, bełam yek taqe wişey ’erebî fêr nebbû! herkatê ke goranîbêjekan eyanut ya miḧimd, em eyut: «silî alilh ’ilye wisilimArabic» ney’ezanî dinya çi base; wa tê egeyşit eme mewlûde û be bałay pêẍemberda eyłên boye nawî ew dênin!