kuřêkî tewêłeyî hebû be ’eskerîy řêy...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  587 views

kuřêkî tewêłeyî hebû be ’eskerîy řêy ekewête ew wiłatî ’erebistane û paşan egeřêtewe bo wiłat. řojêk le çayxanekey tewêłe, lenaw kuřukała kiławekey lar da’enê û qaç exate ser qaç û be fîzêkewe da’enîşê, lew kateda dû kuřî mîwanî dên, ewîş bang eka le çayçîyeke: «a pit ça bîne - pite çay». emeş boye bem core ełê; bo ewey pîşanî hawřêkan û danîştûy çaxanekey bida ’erebî çak ezanê.

kabray çayçî şeş ça dênêt, sê çay bo ewan da’enê û syanî emênêtewe. kuře ’eskerîy tewêłeyî waqî wiř emênê! ber enête binagwêy yekê le hawřêkanyewe û ełê: bo çî sitesî nîye?!