mela marfî kokî le sabłax û le wiłatî mukiryan

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  520 views

mela marfî kokî le sabłax û le wiłatî mukiryan jyanî be nasorî beser bird, le serdemî dwayîda yeke honerî mukiryan bû, bełam řojgar řojbeřoj zortir piştî tê heł ekird; seretay derwazey nasorî bêpayanî kuştinî kuře gencekey «mela ’elî» bû, em kuře le serdemî paşayetî řezaşada wiłatî mukiryanî şiłejandibû, agirêkî qudret bû peyda bibû, mela ’elî řêwełeyek bû bełam çarenûs hênay beserya kewte kej û şax û pyawkuştin. aẍawatî mukiryan û ḧukûmetî ew wiłatey řezaşa ew deme be řastî le tirsî mela ’elî xewyan lê ne’ekewt. be corê samî peyda kird, mindał le bêşkeda ke eyanut mela ’elî hat, jêr ebowe; le encama mela ’elî kujra, em kujraney ew bû be kirdinewey yekem qapî meynet û giryan û zarî bo mela marfî kokî. berebere heta ehat mela marf belay pîrîyewe eřoyşit û belay cyabûnewe le dostanî le dostanî dêrînyewe eřoyşit; giryan û zarî her zyadî ekird, çawî řûnak leber giryan tekanî eda bolay nabînayî!

xełk û xwa amojgarîyan ekird: bem giryane çawî xoyşit da’enêy, bełkû daşt nawe, îtir waz bêne ba ew çwar řojey jyane ke mawte be řûnakî dinya bibînî; ewîş le werama bem dû honrawe cwabî edanewe:

jyan ewlad, jyan eḧbab, jyan eyyamî cwanî bû,
nema ewlad, nema eḧbab, nema řojanî řabirdû,
çi dê îtir debînim min, be ew çawey ke caran bû,
nemênê ba eweş řebbî, ke ew destey ledes derçû!