lew wiłatî mamşe gułe xanim hebû gułe...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  524 views

lew wiłatî «mamş»e, gułe xanim hebû. gułe legeł gułda leser nazkî û cwanî xoyan her le şeřda bûn, le hemû menguř û mameşda tenha gułexanim hebû; gułey edîb û şa’îr û zîrek û şajin her ew bû, em gułe xanme mêrdêkî hebû, mêrde behoy hatuçokirdinî bo tewrêzumewrêz, fêrî henê bed’emelî bibû! carêk le geřanewey le tewrêzda, hetîwêkî cwankeley tewrêzî be dyarî bo xorî dênêtewe! gułexanim leser eme gelê serzeniştî eka, hîç kełkî nagrê. carêk gułexanim eçête jûrewe, seyr eka cenabî mêrdî legeł hetîwekeda nûstuwe! emîş bo tane û teşer em honrawey xwarewe bo enûsê û lejûr seryewe day’enê xoy eřwa, enûsê:

ew kuře cwaney ke řûmet gułe,
binûm lejêrya û biłêm ey diłe:
biłî be mîrza beşî keyn nêrî
kunî dway bo ew, bo min bê kêrî!