carêk mela sałḧî ḧerîq û mela eḧmedî lasûr

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  424 views

carêk mela sałḧî ḧerîq û mela eḧmedî lasûr pêkewe řefîq ebin, mela eḧmed hendê hencîrî pê ebê, le mela sałḧî eşarêtewe û beşî nada. nizîkey sałêk beser emeda tê epeřê; řojêk le «merxuz» le medresey feqêkana hemû pêkewe da’enîşin, yekêk le feqêkan tefsîrêkî «bîçawî» dênê û qisey le sûrey «waltîn» ewe eken. mela sałḧ bîçawyeke wer’egrê sûreteke exwênê û ełê: «walzîtun û gur sinîn.» mela eḧmed ełê: key waye babe?! sûreteke ełê: «waltîn û alzîtun û gur sinîn,» mela sałḧ ełê: axir ewe bû, par to tîneket şardewe!