se’at çwarî şewî dûşenbey 21y temûzî sałî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  411 views

se’at çwarî şewî dûşenbey 21y temûzî sałî 1969, sê kes le keştîwanekanî emrîkî çûne ser mang û qiseyan legeł danîştiwanî zewîda kird; kwêxa simaylêkî «’ałayî» hebû lew deştî dizeyî hewlêr, emey neçuwe diłewe witî:

xizme nabê na! ku ẍeyre dîn deçne ser mang û deçne řoxî? mang nûrî xudaye, lejûr çwar asmanane, xwa kû nûrî mubarekî xoy bem kafir û zendîqane pîs deka? ewî baweřîşî pêyan hebêt, beḧeştî be çawî xoy nabînê. ewe hemû firtufêre em fermesonane dayannayetewe bo wergêřanî xerkî... ay hawarim, marî wêranim... ku dînekeman ze’îf buwe? kafiristanî řabuwe! meger xwa be gewreyî û merḧemetî xoy çawî lêman bê, egîna çiman lo nemaytewe!