pirseyek le suleymanî řê kewtibû; kameranî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  439 views

pirseyek le suleymanî řê kewtibû; kameranî şa’îr, ře’uf me’rûfî gelawêj û miḧeřim miḧemed’emîn qise eken pêkewe bo ewe pêkewe biçin bo ew pirseye. le řêgada kameran û ře’uf be miḧeřim ełên: bira! ke çûyne ewê to fatḧeke daxe, miḧeřmîş gwêy giran ebê, serêkyan bo da’enwênê ye’nî başe.

ke eçne jûrî pirsekewe, ne miḧeřim deng eka û ne ewan! xełkekeş çaweřêy ewen ke emane fatḧe daden, ke çî hîç dengîş nîye. lepaşa bexêrhatnyan eken, bełam lepaş çî? lepaş terîq bûneweyekî zor!

paş hestan ke dêne derewe, miḧeřim dest eka be cinêwdan be kameran û ře’uf û pêyan ełê: êwe be mintan newt ke to deng meke ême fatîḧe da’edeyn?! ke çî hîç dengîştan nekird û şermezarîtan hêna beserma! bełam min sûçî xome, eger min pyaw bûmaye legeł êweda ne’egeřam!