kabrayêk jinyan bo hêna ewîş neyezanî çon...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  496 views

kabrayêk jinyan bo hêna, ewîş neyezanî çon biçête lay û çî bika. maweyek bem core mayewe her hîçî be hîç nekird. řojêk pyawêkî dirawsêyan pêy wit: erê xule ewe boç hîçit dyar nîye? witî: bira bêjim çî? nazanim ewe çîye û kamese. witî: min pêt ełêm, biço layewe dest bixere serserî biłê ewe çîye? ełê sere; paşan çawî, paşan demî, to dest exeyte ser her şwênêk ew ełê eweye. ke serewxiwar û bew core hatye xwarewe, destit ekewête ser şwênêk, biłê ewe çîye? ewîş ełê nazanim, ewe bigre û berełay meke xoyetî.

emca ke şew dahat, kuře çû belay bûkewe witî: bîye pêm; bûke destî bird tozê mêwjî daye, kuře witî: ewe nîye, bîye pêm. bûkê gwêzî daye û kuře witî: ewe nîye, bîye pêm. her şitêkî daye û witê: ewe nîye. emca destî xiste ser serî, witî: ewe çîye? bûke witî: sere, destî gwastewe bo ser çawî witî: ewe çîye? witî: çawe... bewcore hate xwarewe destî kewte ser wanêkeke, witî: ewe çîye? kiçe witî: nazanim... kuře destî kird be hełgiłofînî ew şwêne be niqurç têy berbû wekû kwêrî espê le mist kewtû her hełî egłofî! kiçe hawarî pê kewt û zîřey eçû be asmana. lem heraye xełk û xwa ko bûnewe û daykî kuřeş hat, seyryan kird wa kuře be herdû dest berbote nawlingî kiçe û her wazî lê nayenê, kiçeş her hawar eka. daykî kuře çû le dwawe yexey kuřey girt û wîstî bîkêşêtewe dwawe, kuře tund dwabřawî kiçey girtibû berełay naka û kiçeş îtir şerim û şitî nema her hawar eka, daykekeş her kuře řa’ekêşê û nageřêtewe dwawe, ełê: xwa bitgirê, kiçî xełkît kuşt berełay ke. ewîş ełê: wew şêx kerîme dozîgmeso wazî lê natêrim! be hercor bû kuřeyan le koł kiçe kirdewe, bełam ta le kołyan kirdewe kiçey bestezman nîwemerg bû. kuřeş her eyut: dewîtbawkîne dozîgmeso, boç nayełn bum we zawa? desa her ewm, şêx lepşitim wê, řuḧim wequrwanî wê!