jinêk hebû lew sûr sûre kiçêkî ’azebî zor...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  429 views

jinêk hebû lew sûr sûre, kiçêkî ’azebî zor bê’eqłî hebû, be destîyewe damabû, herçend amojgarî ekird her wekû gwêzî bo bijmêrin wa bû, řojêk daykekey dîsan destî kirdewe be amojgarî kirdinî û kiçeş ewa doş damawe û hîç deng naka. daykekey zorî pê xoş bû û witî: şukir wa kiçekem gwêy bo qisekanim řagirtuwe û înşa’ełła em care qisekan karî tê kirduwe û fêrî seruberêk ebêt, lew kateda kiçe serî berz kirdewe, witî: daye ta to amojgarî min kirdî, min sî û sê xerengeze le qingî kerekewe jimardim!