lew sere le gundî erdan afretêkî jîkele
lew sere le gundî «erdan», afretêkî jîkele hebû, lew naweda nawî derkirdibû, gundekeş dyan û cûleke û musłimanî lê bû, bew hoyewe qeşe û malum melaşî lê bû. xatû tofê zor cwan bû, qeşe û malum û mela her yeke le astî xoyanewe mirxyan lê xoş kirdibû. xatû tofê karesatî bo mêrdekey gêřayewe, mêrdekeşî witî: çi qeydî heye, berudwa jwanyan legeł bibeste, lew goşeşewe çałêk heł’ekenîn, min eçme naw çałeke û serekeşî be geła û şit da’epoşîn, herkamyan hatin, pês ewey bên be latewe, biłê ewe řeḧmetîyekey mêrdime û eweş qebrekeyetî, biço ser bixe ser çałeke û fatḧeyekî bo bixiwêne û boy binêre, biłê çunke ḧeqî besermeweye û îtir çawî lêman nabê! ke emet wit ew wexte îtir min çaryan ekem.
xatû tofê jwanê legeł cema’eta berudwa best, lepêş hemûyan qeşe hat, pêy wit eşê biçîte ser ew qebreke hî řeḧmetyekeye, fatîḧekî xomane bixiwênît bo ewey çawî lê nebê, qeşe çû, serî şoř kirdewe û nekirdewe kabra le jêrewe çeqoy řakêşa û lûtî biřî! qeşe hełat, beşwên ewa malum hat, malumîş herweha! paşan mela hat ewîş herweha!
lederewe yekyan girt û lêk aşkira bûn; mela witî: malum! xwa bitgirê bo dengit nekird ke le geřaneweya çawit be min kewt?! malum witê: ey qeşe bo be minî newt ke le geřaneweya çawî be min kewt?! mela witî: ba dîze be derxune bê, hemû şitêk waye, ełê bo her min bisûtêm?!